Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve pîrozbahiyeke germ li hemû misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim. Pîrozbahiya cejnê li yek bi yekê malbatên serbilindê şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.
Li vê helkefta pîroz da ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û perestina hemû misilmanan qebûl bike. Hêvîdarim ev cejin bibê cihê aramî û aştî ji bo hemû cîhan û navçeya me û bexteweriyê jî ji bo xelkê xweşdiviyê Kurdistanê pêkbîne.
Cejna we pîroz û li xweşiyê da bin.
Mesûd Barzanî
30 ê Remezana 1445ê koçî
09 nîsana 2024