Sunday 24 December 2023

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna hezretî Îsa Mesîh (Silavên xwedê li ser bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.

Li vê helkeftê de ji bilî dûpatkirina pêdagiriyên me yên bi çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê hêvîxwazim xûşk û birayên me yên Krîstiyan hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê da bikin.

Mesûd Barzanî
24.12.2023