Tuesday 5 March 2024

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta bîranîna Raperînê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîh û sêyemîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê de pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû niştimanperwer û têkoşer û azadîxwazan û hemû xelkê Kurdistanê dikim.

Raperîn dirêjkiriya xebata dehan salan û berhema xweragirî û ked û xebat û xwîna cemawer û hêzên xebatgêrên Kurdistanê bû û bûye destpêkekî nû û hêviyeke nû li jiyana gelê me da. Girseya xelkê ya li dijî dam û dezgehên sîtemkar û dagîrkeran peyamekî gelek rûn bû ku ji bilî bihêza dagîrkaren, îradeya jiyana serbilindane û azadîxwazî herdem li kûrahiya dilê mirovê Kurdistanê da hebûye û dimîne.

Destkeftên Raperînê mulkê gelê Kurdistanê û nifşên paşerojê ne. Li bîranîna raperîna gelê Kurdistanê da tekez li wê yekê dikîn ku pêwîste destkeft û armanc û bihayên raperînê bi bilindî bimînin û bêne parastin û bihêztir kirin. Nabê li tu rewş û li bin hîç fişarek da neyê ji bîrkirin û serpêçkirin.

Silav li giyanê pakê şehîdên raperînê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê

Mesûd Barzanî
05.03.2024