Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta şêstehemîn salvegera damezrandina Êzgeya(Radyoya) Dengê Kurdistanê pîrozbahiyê li Birêweber û kedkarên Êzgeya Dengê Kurdistanê û wan hemû xebatgêran dikim ku li qonaxên derbasbûyî de li Êzgeya Dengê Kurdistanê da dengê şoreş û xebata gelê Kurdistanê bûne.
Damezrandina Êzgeya Dengê Kurdistanê, şoreş û werçerxanêk bû li gihandina dengê rewaya gelê me û li heman demê de jî buye çavkaniya îlham û berçavrûniyê ji bo şoreşgêran û Pêşmergeyên qehreman û rêxistinên hizbî û hemû çînên gelê Kurdistanê û rolekî karîgerî hebû li gihandina peyama şoreşê ya ji bo seranseriya Kurdistan û navçeyê û cîhanê.
Rola Êzgeha têkoşera Dengê Kurdistanê li qonaxên cûda cûdayên şoreşê da herdem li bîra me de dimîne. Hêvîdarim niha jî bi nefesekî nû û bi sûdwergirtina li teknîk û awayê nû berdewam bê li berevanîkirina li mafên xelkê Kurdistanê û parastina resenayetî û kultûr û pêkvejiyan û niştimanperweriya li nav xelkê Kurdistanê da.
Mesûd Barzanî
28ê Eylûla 2023