Sunday 11 May 2025

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 32 saliya damezrandina Bingeha Lalişê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîh û du saliya damezrandina Bingeha Lalişê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok û Endamên Desteya Bilind û Endam û Kadirên Bingeha Lalişê û hemû xûşk û birayên Êzdî dikim.

Bingeha Laliş di salên bihûrî da bi rêya karên ber bi çav û konferans û proje û festîvalên dewlemend û çapkirina pertûkan û alîkarîkirina hezaran rizgarbuyên destê Da'îşê û çendîn karên rewşenbîrî û ragihandin û hunerî de xizmeteka ber bi çav pêşkêşî civaka Êzdiyan û parastina nerît û kultûrê gelê Kurdistanê kiriye.

Her bi vê helkeftê destxweşiyê li erk û keda Serok û Endamên Desteya Bilind û Endam û Kadirên Bingeha Lalişê dikim û hêviya berdewamiyê û pêşketinên pitir ji bo Bingeha Laliş û hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû xûşk û birayên Êzdî re dixwazim.

Bimînin di xêr û xweşiyan da

Mesûd Barzanî
11ê Gulana 2025