Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Proseya Enfalê beşeke ji wê sîtem û tawanan bû ku li sedsala derbasbûyî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li ser gelê me encam da. Li encama wê proseya nemirovane da ku bi çend qonaxan hemû navçeyên Kurdistanê li xwe girt, sed û heştih hezar welatiyên bêtawanên Kurdistanê hatin bêserûşûn û şehîd kirin. Heman demê de bi wê yekê re kîmyabaran kirin û siyaseta bi Ereb kirin û bi zorê veguhestin û têkdana jêrxana aboriya Kurdistanê û wêran kirina hezaran gund beşeke dinê wan tawanan bûn ku li sedsala derbasbûyî da ji aliyê rejîma Iraqê ve li beranber gelê me hatine encam dan.
Tawanbar ketin zibildanka dîrokê lê belê birîn û asewarên wê jenosayd û zulmê hê jî mane û nehatine kevandin. Divê dewleta Iraqê qerebûya Enfal û wê jenosaydê bike ku li dijî mîlletê me hatiye encam dan. Her wiha pêwîste jî rê li hemû cûre nêrîn û siyaset û kirdareke şovenî li dijî xelkê Kurdistanê bê girtin. Li sîh û heft saliya bîranîna xemgîna Enfalê da baştirîn wefa ji bo şehîdên Enfalê ewe ye em hemû li xizmet kirin û parastina welatê xwe de yekdeng bîn û bi hev re paşerojeke geş ji bo gelê xwe ava bikîn.
Serbilindî ji bo malbat û kesukarên şehîd û enfalan, hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Enfal û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
14 ê Nîsana 2025