Sunday 14 April 2024

Peyama Serok Barzanî li bîranîna sîh û şeş saliya Enfalan



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Operasyona Enfalê yek ji tawanên herî mezinên rejîma berê ya Iraqe ku bi armanca nehiştin û ji navbirin û qirkirina mirovên Kurd hatibû encamdan. Li wê komkujî û jenosaydê da ku li çend qonaxan û bi awayeke rêxistî hemû navçeyên Kurdistanê li xwe girt, sed û heştih hezar welatiyên bêtawanê Kurdistanê bêserûşûnbûn û hatin şehîd kirin. Li gel ewe da jî kîmyabarankirina Kurdistanê û wêrankirina hezaran gund û plana bi Erebkirin û veguhestina bi zorê û têkdana jêrxana aborî û demografî û civakî û derûnî ya Kurdistanê beşekî dinê wan tawanan bûn ku bi awayeke rêkxistî û armancdar ji aliyê rejîma Iraqê beranber gelê me hate encamdan.

Raste encamderên tawana enfal û tawanên dinê tûşî şikestê bûn û ketin zibildanka dîrokê, lê belê paşmayên wê jenosayd û zulma li dijî gelê me hatibû encamdan her mane û birînên gelê me nehatine kevandin. Ji bilî wê sîtema mezina li gelê me hatiye kirin mixabin hê jî deng û rengê şoveniyê ji bo dijayetîkirina Kurd li nav dewleta Iraqê da tê dîtin. Erkê ser milê saziyên fermiyên dewleta Iraqe ku kar ji bo qerebûya enfal û wê jenosayd û zulmê bikin ku li beranber gelê Kurdistanê da hatibû encamdan û pêwîste rê li hemû cûre hewl û siyasetekî şûm bigrin ku bi nêrîneke şovenî û înkarkar temaşa mafên gelê Kurdistanê dikin.

Li bîranîna sîh û şeş saliya tawana Enfalê da pêzanînên me ji bo qurbanîdan û xweragiriya kesukarên enfal û şehîdan heye û silav li giyanê pakê şehîdên Enfal û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
14ê Nîsana 2024