Thursday 3 August 2023

Peyama Serok Barzanî li bîranîna neh saliya jenosaydkirina Şingalê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Piştî neh sal li derbasbûna karesata Şingalê mixabin birînên Şingalê nehatine kevandin û êş û azar û koçberiya xûşk û birayên Êzdî her berdewame. Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser asayîkirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberan baştirîn çaresere bo ku dawiyê bi êş û azarên xelkê Şingalê bîne. Lê belê cihê pirsiyare ji bo çi heta niha Hikûmeta Iraqê nekariye rêkeftinnameya asayîkirina rewşa Şingalê bi cîh bike û heta kengê Hikûmeta Iraqê rê bi wan hêz û aliyan dide ku rêgiriyê li bi cîhkirina rêkeftina Şingalê bikin?

Li vê bîranînê de gelê Kurdistanê ew çaverêyî ji civaka navdewletî û welatên din ku wekî Almanya û Brîtanya bi fermî jenosaydkirina Êzdiyan ji aliyê Da'îş ve binasin û her wiha bi fermî kîmyabarankirin û proseyên enfal û hemû tawanên din jî bi jenosayd binasin ku beranber gelê Kurdistanê hatine encam dan.

Li nehemîn salvegera karesata Şingalê da silav ji bo giyanê şehîdan û qurbaniyên wê tawanê re dişînîn û rola hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bilind dinirxînîn ku dîrok û qehremaniyê tomar kirin û ji bo azadkirina çiyayê Şingalê û Şingalê xwîna xwe gorî kirin û tola xwe ji terorîstên Da'îş kirin.

Mesûd Barzanî
3ê Tebaxa 2023