Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzên Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Rojnameya Xebat!
Bi helkefta şêst û şeşemîn salvegera bi eşkere derçûna yekem rojnameya (Xebat) pîrozbahiye germ li we dikim û spasî berdewamî û keda we dikim, bi taybet ku rojnameya Xebat bûye tomargeheke girînga xebat û serhat û têkoşîna gelê me ya li qonaxên cûda cûda de.
Rojnameya (Xebat) li hemû wêstgehên karê xwe da bi pêdagirbûna bi bihayên neteweyî û niştimanî û gihandina peyama pêkvejiyan û aştîxwaziyê da dengeke serkeftî û resenê gelê me bûye. Li salvegera bi eşkere derçûna rojnameya we da destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
04 ê Nîsana 2025