Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Li dirêjahiya wan zincîre tawan û karesatên li sedsala derbasbûyî dijî Kurdên Feylî û zarok û gedeyên gelê me li Barzan û Germiyan û Helebçe û cihên din hatibû encamdan, sîh û pênç sal berê rejîma ji navçûyiya Iraqê li qonaxa dawî ya proseya Enfalê da piştî bombebaran û kîmyabarankirina zêdetirê devera Behdînan, xelkê wan navçeyan û pêkhatên wê rûbirûyê girtin û bêseruşûnê kirin û bi zorê veguhestinê kir. Hikûmeta wê demê ya Iraqê bi ber çavê cîhanê sedan hezar serbaz û çekên metirsîdar li dijî nîştecihên bêtawanê Behdînanê bikaranî. Armanca wan kirdaran şikandina îradeya şoreşgêriya Behdînanê bû, lê belê gelê Kurdistanê xwediyê îrade û dozekî rewa bû û tu demekê li beranber wan tawan û sîtemkariyên dijmin xwe bi dest ve neda. Ewe dijmin û tawanbar bûn ku baca şaşî û tawanên xwe dan. Eve waneyekî mezine ji bo zarok û gedeyên gelê me û hem jî ji bo neyaran û nehezên gelê Kurdistanê.
Li salvegera Enfala Behdînanê da silav ji bo giyanê pakê şehîdan û enfalkiriyan dişînîn û tekez li wê yekê dikîn divê dewleta Iraqê qerebûya jenosayd û wan tawan û zulman bike ku li dijî mîlletê me hatine kirin.
Mesûd Barzanî
25ê Tebaxa 2023