Saturday 20 April 2024

Peyama Serok Barzanî li 30. salvegera derçûna kovara Gulanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan / Sernivîskar û Karmendên Kovara Gulanê

Bi helkefta 30. salvegera derketina kovara Gulanê germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî sernivîskar û tevahiya karmendên kovara Gulanê û xwendevanên wan dikim.

Kovara Gulan di dema pêdagirbûna bi bingehên neteweyî û niştimaniyan de kariye bi awayeke gelek bi pîşeyiyane xizmeta rojnamegeriya Kurdî û bîra neteweyî û niştimaniya Kurdistanî bike û hewldaye sekoyek bê ji bo belavkirina kultûra tebayî û lêborînî û pêkvejiyana di navbera tevahiya ol û neteweyên cûdayên Kurdistanê û hemû demek jî Gulan navendekî azad bûye ji bo komkirina bîr û nêrînên cûdayên destebijêr û pîsporên navxwe û derve.

Bi vê helkeftê carekî din spasî hewl û keda we dikim, hêvîdarim zêdetir pêdagirbin bi prensîpên neteweyî û niştimanî û rolekî zêdetir li belavkirina kultûra lêborînî û pêkvejiyana netewe û olên cûda yên Kurdistanê de bibînin, ji bo komkirina bîr û nêrînên cûda dergehên baştir vekin, hêviya serkeftinên zêdetir û berdewamiyê ji bo dixwazîn.

Mesûd Barzanî
20 Nîsan 2024