Thursday 11 September 2025

Peyama Serok Barzanî Di Bîranîna 64 Salîya Destpêkirina Şoreşa Îlonê



Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Şoreşa Îlonê, rûpeleke zêrîn a tevgera rizgarixwaza Kurdistanê û mezintirîn şoreşa giştî ya siyasî, çekdarî û cemawerî ya Kurdistanê bû ku gelê Kurdistanê teşwiq kir û han da ku bi hêz û bi xwebaweriyê ber bi armancên nû û asoyeke berfireh ve gavan bavêje û di encamê de doza gelê Kurdistanê qonaxên mezin derbas bike.

Ev şoreş bi rêberiya Barzaniyê nemir, ji bo yekemîn car di dîrokê de bingeheke zexm ji bo têkoşîn û xebata hevbeş a herêmên cuda yên Kurdistanê û hemû çîn û tebeqeyên civakê û pêkhateyên Kurdistanê danî, ew jî ji bo parastina doza rewa û mafên gelê Kurdistanê. Şoreşa Îlonê ji bo qonaxên din ên têkoşîna gelê Kurdistanê jî çavkaniya hêz û îlhamê bûye, û ezmûn û destkeftiyên vê şoreşa mezin herdem ronahiyê didin têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê.

Di bîranîna şêst û çar saliya destpêkirina Şoreşa Îlonê de, ez destxweşiyê û rûmetên xwe ji bo wan hemû kadîr û Pêşmerge û têkoşeran dikim ku bi israr û wêrekî û xebata xwe dîrok û şanaziyê ji bo gelê xwe tomar kirine. Di vê bîranînê de jî, hezar silav ji bo şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînin.

Mesûd Barzanî

11 ê Îlona 2025