Friday 1 August 2025

Peyama Serok Barzanî bo cejna Çileyê Havînê ya Kurdên Êzîdî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Çilê Havînê ya xûşk û birayên Êzîdî pîrozbahiyeka germ li Civata Rûhanî û hemî Êzîdiyêt Kurdistanê û cîhanê dikim.

Hîvîdarim xûşk û birayêt Êzîdî hemî cejn û helkeftêt ayînî di aramî û tenahiyê da bibene ser.

Cejna hewe pîroz bît û bimînin bi xêr û xoşî.

 

Mesûd Barzanî

1 ê Tebaxa 2025