Monday 11 March 2024

Peyama Serok Barzanî bi helkefta şeşemîn salvegera destpêka weşana kanala asmanî ya Zagros



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li şeşemîn salvegera destpêkirina weşana kanala asmanî ya Zagros, germtirîn pîrozbahiyê li we dikim û ji bo we hêviya berdewamî û pêşketinên zêdetir dixwazim.

Destpêkirina kanala asmanî ya Zagros pêwîstiyekî gelek girîng bû ji bo xwe gihandina raya giştî ya Erebî li Iraq û welatên Erebî û dirustkirina pira guftûgo û pêkvejiyana li navbera gelan da bi mebesta xizmetkirina aştî û xweşguzeraniyê. Her wiha gihandina wêneyê rasteqîneya wan pêşketinan ku li Herêma Kurdistanê li warên jiyana civakî û aborî û avadankirin û siyasî da pêkhatine û bihêzkirina kultûra lêborînî û hevdû qebûlkirinê.

Bi vê helkeftê hêviya berdewamiyê ji bo we dixwazim mil bi mil li gel wê karwana pêşketinan ku li warên cûda cûdayên ragihandinê de rûdidin ji bo belavkirina kultûra birayetî û lêborînî û retkirina tundî û rik û kîna ku ev hemû armancên xelkê Kurdistanê ne ku hêvîxwazê azadî û rizgariyê ne.

Mesûd Barzanî
11ê Adara 2024