Sunday 10 March 2024

Peyama Serok Barzanî bi helkefta hatina meha pîroza Remezanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina meha pîroza (Remezan)ê pîrozbahiya xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û nimêj û nizaya hemûyan qebûl bike û ev meha pîroz bibê cihê xêr û bereket û aramî yê ji bo gelê me.

Mesûd Barzanî

29ê Şe'bana 1445ê Koçî
10ê Adara 2024ê Zayînî