Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Xebat!
Bi helkefta 65 saliya derçûna rojnameya (Xebat) germtirîn pîrozbahiyê li we dikim.
Rojnameya Xebat bi dirêjahiya dîroka xwe û li qonaxên cûda cûda de berdewam bi pîşeyîbûn û bi ruheke Pêşmergane û niştimanperwerane, dakokiyê li mafên rewayên gelê me kiriye, li gihandina peyama pêkvejiyan û aştîxwaziyê da, dengê bihêz û resenê gelê me bûye, eve jî pêdagirbûna bi bihayên neteweyî û niştimaniyan ve çavkaniya xwe girtiye.
Li vê bîranînê de ew çaverêyî li rojnameya Xebat heye ku serqafleyê pêşxistina hişyarî û pêkvejiyan û bergirîkirine li mafên rewayên gelê me berdewam bin û mînaka rastgoyî û sengînî bin li karê medyayî da.
Hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
03.04.2024