Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serkeftina kongreya nehema Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyê li Sekreter û Endamên nû yên Sekreteriyeta Afretên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Hêvîdarim li berevanîkirina li maf û daxwazên rewayên jinên Kurdistanê û pêgihandin û hişyarkirina wan bi hizra berpirsiyarêtî û niştimanperwerî û bilind ragirtina bihayên bilindên Kurdistanê erkên xwe bi başî bi cîh bikin û bibin mînak û sermeşq ji bo hemû jinên Kurdistanê û li wê rêyê da jî bi hemû şiyanek ve piştevanê we dibîn.
Her serkeftî û serfiraz bin
Mesûd Barzanî
22.12.2023