Saturday 5 October 2019

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo helkefta hatina Cejna Cemaya Êzîdiyan



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Cemaya Êzîdiyan pîrozbahiyê li xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêviya ewe dixwazim ku xuşk û birayên me yên Êzîdî hemû cejn û xweşiyên xwe li keşêkî aram û pir bi bexteweriyê de birêbikin û dawî bi wan êş û azaran bê ku li salên derbasbûyî da bi sedema zulma terorîstan kişandibûn.

Li vê boneyê da ji bilî tekez kirina li ser pabendbûna xwe ya bi hemû bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî li Kurdistanê bi pêwîst jî dizanim carekî din piştevaniya xwe ji bo daxwaz û mafên rewaya xuşk û birayên Êzîdiyan rabigihînim û hêviya jiyanekî aştiyane û bexteweriyê ji bo we dixwazim.

Cejna we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî
05.10.2019