Tuesday 11 December 2018

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo 66. salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Bi helkefta 66. salvegera damezrandina yekîtiya we Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer dikim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê hevmilê rol û erkê girîngê çespandina mafên jinane û dîrokeke pir bi şanaziyê jî li xebata neteweyî û niştimanî ya li serdema çiya û piştî raperînê de jî hebûye û li serweriyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî rol û cihê destê wan diyare.

Bi piştrastîn rêxistina we Yekîtiya Afretên Kurdistanê li paşarojê de dibê beşek ji fakterên berev pêşveçûna civakê û kar li ser perwerdeyekî dirust û xebatekî serdemiyane dike.

Dûbare pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.


Mesûd Barzanî
11.12.2018