Sunday 31 March 2019

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Kildan, Siryan, Aşûriyên Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.

Li vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina kultûra pêkvejiyanê û aştî û birayetiya li navbera hemû pêkhatên Kurdistanê dikîn û bi taybetî xuşk û birayên Mesîhiyan ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê wane û nabê warê bab û bapîrên xwe bi cîh bihêlin û pêwîste em hemû bi pêkve welatê xwe berev pêşve bibîn.

Hêviya ewe jî dixwazim koçber û penaber bi zûtirîn dem vegerin ser mal û warê xwe yên li parêzgeha Nînowa û navçeyên din. Hêvîdarim sala nû li we pir bê ji xweşî û kameranî û hemû cejnên we bi aştî û bexteweriyê de pîroz bikin.


Mesûd Barzanî
31.03.2019