Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo birêzan Serpereştiyar û Desteya Birêvebirin û hemû karmendên xweşdiviyê Dezgeha Satalayta Kurdistanê
Bi helkefta 25 saliya pexşa Kurdistan TV pîrozbahiyekî germ li we dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim li wê erka we ya pîroz ku xizmetkirine bi dîrok û çand û civaka Kurdistanê.
Cihê xweşhaliye Kurdistan TV her li destpêka karkirinê da bi bawerî û rastgoyî ew erkê li ser milê we bû, we bi cîh kiriye û bûye pirekî peywendiya li navbera xelkê Kurdistanê li navxo û derve.
Pêwîste Kurdistan TV bi enerjî û uze û tînekî zêdetir ve berdewam bê li pêdagirbûna bi çanda Kurdayetî û niştimanperwerî û pêkvejiyanê û berçavgirtina bihayên bilindên gelê me.
Ew çaverêyiya li Dezgeha Satalayta Kurdistan heye ku mînberê xebatgêran û welatiyan û pêkhatên Kurdistanê bê û bi awayeke guncaw girîngiyê bi dîroka xebata xelkê Kurdistanê û niha û paşeroja mîlletê me û gihandina kêşeyên xelkê bide û wekî herdem cihê baweriya xelkê bê.
Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
17.01.2024