Wednesday 18 November 2020

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta danîna Baba Şêxê nû yê Êzdiyan



Bi helkefta danîna Baba Şêxê nû yê ola Êzdiyan pîrozbahiyên germ pêşkêşî Mîr Hazim û Civata Ruhanî û hemû xûşk û birayên me yên Êzdî dikim.

Hêvîdarim‌ danîna Baba Şêxê nû bibê hevêna yekrêzî û tebayiya di nava civaka Êzdî û Êzîdxanê da û bibê dergehê xêr û derbasbûna ji êş û azar û jiyana koçberiyê û dawî hatina ferman û jenosaydkirina Kurdên Êzdî.

Pîrozbahiyeka taybet li Baba Şêx Elî dikim û hêvîdarim di erkê xwe yê nû da yê serkeftî be û xizmeta civak û ola Êzdiyan bike.

Li dawiyê tekez li ser parastina taybetmendiya ola Êzdiyan û hemî pêkhatên din yên Kurdistanê dikim û pêdiviya giyanê pêkve jiyanê û hevdû qebulkirina li Kurdistanê mukimtir û bihêztir bibe.

Mesûd Barzanî
18.11.2020