Birêz Kek Xefûr Mexmûrî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê
Bi helkefta bîst û pênç saliya damezrandina Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya Yekîtiya we û hemû kadîr û endam û alîgirên we dikim.
Li vê helkeftê de bi pêwîstî dizanim spasî helwestên we yên neteweyî û niştimanî bikim yên li ser wan qeyran û gefên li salên derbasbûyî li ser gelê me da hebû. Destxweşiyê li erk û çalakiyên we dikim û hêviya geşbûna berdewam û serkeftinê ji bo we dixwazim.
Newroza we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
21.03.2020