Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Gelek xemgîn û dilgiranim bi şehîdbûna Dr Kawan Îsmaîl û Dr Îdrîs Hemexan ku îro li rûdaneke tawankarî da canên xwe ji dest dan û şehîdbûn.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û heval û nasên her du şehîd û hemû akademîkar û mamostayên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim hedar û aramiyê bi malbat û kesukarên wan bibexşê.
Daxwaz ji aliyên peywendîdar dikim tawanbar sizaya yasayî ya tawana xwe werbigrê û her wiha rêkarên pêwîst li ber bigrin bo ku tawan û naheqiyên bi vî awayî êdî dûbare nebin.
Mesûd Barzanî
28.06.2022