Wednesday 27 September 2023

Peyama hevxemiya Serok Barzanî ya ji bo karesata agirketina li qezaya Hemdaniye



Roja çarşem 27ê Eylûla 2023 Serok Mesûd Barzanî li tora civakiya (X) peyamekî hevxemiyê ji bo karesata agirketina qezaya Hemdaniye belavkir, ku eve jî naveroka peyama Serok Barzanî ye:

Bi bihîstina nûçeya rûdana karesatbara agirketina li qezaya Hemdaniye gelek xemgîn bûm ku têda sedan welatî canê xwe ji destdane û birîndar bûne.

Sersaxiyê li nas û kesûkarên qurbaniyan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndarên wê rûdana xemgîn dixwazim.