Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xem û kovaneke zêde ve şeva derbasbûyî li encama agirketina pasekî(otobus) neferhilgir ya li bajarê Sine hejmarek hemwelatî bûne qurbanî û hejmarekî din jî birîndar bûn.
Ev rûdana diltezîn û can ji destdana hemwelatiyên bajarê Sine me hemûyan xemgîn kir. Hevsozî û serxweşiya xwe pêşkêşî kesukarên qurbaniyên rûdanê û xelkê xweşdiviyê bajarê Sine dikim û hevbeşê xema wanim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiyê bi hemû aliyek bide.
Mesûd Barzanî
11.07.2018