Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xem û kovaneka zêde me xebera malavahiya Fermande û Pêşmerge û xebatkarê berniyasê gelê Kurdistanê û şoreşgêrê her du şoreşên Îlon û Gulanê Mistefa Nêrweyî bihîst.
Xwedê lêxweşbûyî Mistefa Nêrweyî hevaleke nêzîkê Barzaniyê Nemir û şoreşgêrekî kedkar û xebatkar û serkirdeyekê qehremanê Partî(PDK) û tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û her wisa kesayetiyekê diyarê civakî ya li devera Behdînan û xwediyê xebateka dûr û dirêj bû.
Behîdarî û sersaxiyê li malbat û kes û karên xwedê jêrazî Mistefa Nêrweyî û hemî hevalên wî û Pêşmergeyên qehreman û xelkê niştimanperwerê Kurdistanê û têkoşerên rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê dikem.
Ji xwedayê mezin dawakarim ruh û giyanê wî bi behişta fireh şad bike û sebir û hedarê bide hemû aliyekê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
09.12.2020