Saturday 2 November 2019

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî Selah Bedredîn kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Selah Bedredîn

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya hevjîna we yê birêz gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û kesukar û xizm û dost û nasên we dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim aramî û hedarê bi hemû aliyek bibexşê û xwedê jêrazî jî bi bihûşta xwe ya fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
02.11.2019