Roja sêşemê 16ê Kanûna Yekem a 2025an, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê bi birêz Guhdar Şêxo, Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê re axivî, û tevî kêfxweşiya xwe, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û xelkê Zaxoyê û alîgirên Yaneya Werzîşî ya Zaxoyê kir, bi boneya bidestxistina nasnavê baştirîn alîgirê werzîşî li ser asta cîhanê ku ji aliyê Yekîtiya Topa Pê ya Cîhanî (FIFA) ve ji bo sala 2025an ji alîgirên Yane ya Werzîşî ya Zaxoyê re hate bexşîn.
Serok Barzanî ev nasnav weke dîrokî binav kir û hêviyên serkeftinê ji bo lîstikvan û Yaneya Werzîşî ya Zaxoyê xwest.