Monday 16 March 2026

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Di vê demê de ku şer û alozîyeke zêde li herêma me de heye, Iraq di bin metirsiya qeyranên cûrbecûr de ye û cudahî di nêrînên siyasî yên alîyan de jî kûrtir bûne.

Ji Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikim ku bi hev re bicivin da ku pirsgirêkan çareser bikin û bigihîjin lihevhatinekê, û rê li ber wan kesên fersendperest bêne girtin ku dixwazin qeyran û pirsgirêkan kûrtir bikin.

Mesûd Barzanî
16ê Adarê 2026