Friday 30 January 2026

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Em pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û (HSD) de dikin û li her du aliyan pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ew rêkeftin berdewam û serkeftî be. Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî rêya rast e ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan.

Em hêvîdar in ku êdî êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê bi dawî bibin û hemû alî bi aştî, azadî û aramiyê li Sûriyê şad bibin.

Mesûd Barzanî
30.01.2026