Sunday 3 September 2023

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di derbarê rewşa Kerkûkê de eve çend rojeke komek rêgir û têkder bi hêcetên rêgirîkirina li vekirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Kerkûkê, rêya Hewlêr û Kerkûkê girtine û rê nadin welatî jiyan û hatin û çûna xwe ya asayî bikin û rewşeke gelek xerab û pir metirsî ji bo xelkê Kerkûkê dirust kirine.

Me herdem ewe dûpat kiriye ku Kerkûk divê mînaka pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên wî bajarî bê, lê belê ew reftara ne bi cîh û neyasayiyane, hewldane ji bo anîna fîtne û têkdana pêkvejiyanê. Cihê balkêşiyê ye ku li van çend rojên derbasbûyî da hêzên emnî û polîsên Kerkûkê bi çi awayekê rêgiriyê li wan têkder û reftarên neyasayiyên rêgiran nekiriye, ku îro li beranber lawan û xwepêşanderên Kurdên Kerkûkê zebir û zeng û tundutîjiyê bikaranîne û xwîna xortên Kurd rijiyaye. Ev cûre reftar bi tu awayekê nayê qebûl kirin û encamên gelek xerap lê dikevê û rijandina xwîna zarokên me yên li Kerkûk baca wê giran dibê.

Li vir da daxwazê ji birêz Serok Wezîrê Iraqa Federal dikim ku tixûbek ji bo wan rêgir û têkderan deyne û dawiyê bi wê sîtem û cûdakarî û rêgiriyê bîne ku raste rast pêkvejiyan û aramiya Kerkûkê û navçeyên din dike armanc.

Mesûd Barzanî
02 Eylûl 2023