Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û Pêşmergeyê şoreşa Eylûl û Gulan (Musa Abdulla Silêman) naskirî bi (Musa Hergundî) gihîşt me.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û nasên xwedê jêrazî Musa Abdulla Silêman dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Musa Abdulla Silêman bi beheşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
10 Tebaxa 2023