Tuesday 14 May 2024

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo can ji destdana hejmarek xwendekarên amadehiyê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve nûçeya diltezîn ya can ji destdana hejmarek xwendekarên amadehiyê û birîndarbûna hejmareke dinê li rûdaneke hatinûçûnê ya li ser rêya Kelar ـ Kifrî bihîst.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên qurbaniyên wê rûdana xemgîn dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim şîfaya bi lez bi birîndaran bibexşê û giyanê cangoriyan jî bi behişta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

14.Gulan.2024