Friday 11 August 2023

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ji bo Dr Fuad Mehsûm



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Dr Fuad Mehsûm

Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz xanima (Rûnak Abdulwahîd) gihîşt me. Sersaxiyê li we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî xanima Rûnak Abdulwahîd bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
11ê Tebaxa 2023