Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Şêx Xelîfe Bin Zayid Al-Nehyan Serokê Îmaratên Yekgirtiya Erebî gihîşt me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî behişta fireh bê.
Pirse û sersaxî û hevxemiyê pêşkêşî birêz Şêx Mihemmed Bin Zayid Bin Sultan Al-Nehyan û gelê Îmaratê dikim, em piştrastîn bi hewla hevalên wî yên li serkirdayetiyê dewlet û gelê wî, berdewam dibin li ser rêya rastîn ya xwedê jêrazî.
Xweda gelê Îmarat û serkirdayetiya wê biparêze.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
13.05.2022