Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ew tawana terorîstên Da'îşê yanzdeh sal berî niha li dijî xûşk û birayên me yên Êzdiyan encam dan, tawanek bû hemû tixûbên nemerdî û dirindeyî yê derbas bû. Ev e êşeke ku tu demekê ji bîra me naçê. Qedera gelê Kurd ew e bûye ku herdem dijminê wî yê dilreq û bêwîcdan hebûye û karesat li pey karesatan li ser gelê Kurdistanê de hatine. Ewê li dijî xûşk û birayên me yên Êzdî de rû da berdewamiya wan zincîre karesatane ku li dijî gelê Kurdistanê de hatine encam dan. Ji aliyê hemû kesek ve eşkereye ku Êzdî ji ber Kurdbûn û bîr û baweriya olî ketin ber pelên riq û bêwîcdaniya tawanbarên Da'îşê û hatin jenosayd kirin.
Piştî rûdana wê karesata li ser destên terorîstên Da'îşê, gelê Kurdistanê û Pêşmerge bi dil û bi can bi xûşk û birayên xwe re bûn û ew ê ji destê wan hat, ji bo rizgarkirina koçberan û azadkirina Şingalê û çiyayê Şingalê de encam dan. Li vir da rola hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û wan hemû qehremanan bilind dinirxînîn ku dîrokeke bi rûmet tomar kirin û ji bo azadkirina çiyayê Şingalê û Şingalê xwîna xwe gorî kirin û tola xwe ji terorîstên Da'îşê kirin û serê terorîstan xistin bin piyên Êzdiyan. Her wiha gelek spasiya hêzên Hevpeymanan dikîn ku li yarmetîdana Pêşmerge û têkşikandina Da'îş de roleke ber bi çav dîtin.
Li yanzdehemîn salvegera karesata Şingalê da silav ji bo ruh û giyanê şehîdan û cangoriyên wê tawanê û wan hemû tawan û komkujiyan re dişînîn ku li ser gelê Kurdistanê da hatine. Pêwîste dewleta Iraqê qerebûya cangoriyên karesata Şingalê û wan hemû jenosaydan bike ku li ser gelê Kurdistanê de hatine encam dan. Divê dawî bi wê bîr û raman û reftarên şoveniyan bînin ku her car û bi hêcetek û bi eqliyeteke nemirovane û înkarkirinê gelê Kurdistanê diêşînin.
Mesûd Barzanî
3ê Tebaxa 2025