Wednesday 21 September 2022

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta derbasbûna pencih û du sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza îslamê li Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê bi rênîşandan û raspardeya cenabê Barzaniyê Nemir biryareke girîng û karîger bû, ji bo bihêzkirina rola mamostayên olî li Şoreş û xebata gelê me û her wiha belavkirina dîndarî û xwedanasî û kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û rûbirûbûna hizra tundrewiyê. Li gel eve da jî rol û qurbanîdana mamostayan û zanayên mezinên Kurd yên ola Îslamê li pêşxistina nermî û hizra neteweyî û nîştimanperwerî û redkirina jêrdestiyê li dîroka mîlletê me da gelek ber bi çav bûye û bi piştrastiyê ve ew rol li qonaxa niha û paşerojê de jî girîng û bi bandor dimîne.

Li vê salvegerê da hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim.

Xwedayê mezin pişt û penayê me hemû aliyek bê.

Mesûd Barzanî
21.09.2022