Tuesday 8 August 2023

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Kek Mihemedê Hacî Mehmud Serokê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê

Bi helkefta çil û heftemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetî û hemû endam û alîgirên Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê dikim.

Li vê bîranînê de rêz û hûrmeta min ji bo xebat û qurbanîdana we û partiya we ya li tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê da heye û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim. Hêvîdarim bi hîmmeta hemû aliyek kar ji bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê bê kirin û Kurdistan li ser astengî û gefan da serbikevê.

Mesûd Barzanî
8ê tebaxa 2023