Saturday 2 November 2019

Peyama Serok Barzanî ya di derbarê rewşa niha ya Iraqê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û nerazîbûn û xwepêşandana hemwelatiyan, em gelek dilgiranin ji bo vê rewşa ku hatiye pêş û bi raya me ewê ku niha li holê daye ya îro nîne belku encam û komkerên şaşiyên panzdeh saleye. Xelk êş û janeke zêde kişandiye û hemwelatî mafê xwe ye daxwaza xwe hebê û nerazî bê. Ji bo wê yekê pêwîste gûh bidin daxwaziyên xelkê û bi tundutîjî û xwîn rêhtinê kêşe çareser nabin.

Li gel ewe da jî yek ji giriftên mezinê Iraqê bi cîh nekirina destûre. Eger destûr wekî xwe hatibûya bi cîhkirin, gelek ji wan kêşeyan nedibûn ku berê û niha jî hene. Ji aliyeke din ve sedema hûriya rewşa niha yasaya hilbijartine û ji bo nemana sedema giriftan, divê yasaya hilbijartinê bi awayekî bê guhertin ku encamên wê derbirê daxwaza rastîn û dadperweraneya hemû pêkhatan bê.

Di derbarê daxwaziyên li ser guherîna destûrê, bi raya nabê guherîna destûrê bê sepandin yan bi zorê bê û li heman demî de jî nabê guherîna destûr bibê sedema paşvekêşiya prensîpên demokrasî û her wiha paşvekêşiya mafên gelê Kurd û pêkhatên din. Bi piştrastiyê ve jî sîstema demokrasî zêdetir li berjewendiya xelkê Iraqe neku dîktatorî û hemû guhertinek jî pêwîste li çarçêweya yasa û mekanîzmên destûrê da bê.

Mesûd Barzanî
02.11.2019