Tuesday 17 December 2019

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta roja ala Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta roja ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Ala Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.

Li vê roja pîroz da tekez li ser peyama aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û hezaran silav li giyanê pakê wan şehîdan ku bi navê ala pîroza Kurdistanê canê xwe gorî kirin.

Bijî Kurd bijî Kurdistan.

Mesûd Barzanî
17.12.2019