Friday 6 October 2023

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna (Cemayê)



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna (Cemayê) ya xûşk û birayên Êzdî, pîrozbahiyên germ li Mîrê Êzdiyan û Baba Şêx û Civata Ruhaniyê Ola Êzdî û hemû xûşk û birayên Êzdî yên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Li vir dakokiyê li ser wê yekê dikîn, divê xûşk û birayên Êzdî bi taybetî li devera Şingalê bikarin birînên xwe bikevînîn û bi azadî û dûrî li hemû cûreyên guvaş û astengan biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Her bi vê helkeftê tekez li ser bihêzkirina kultura pêkvejiyanê ya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikim û hêvîdarim xûşk û birayên me yên Êzdî cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşiyê bikin.

Cejna we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî
06.10.2023