Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya Cejna Newrozê û serê sala 2726 a Kurdî, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên hezkirî yên li hundir û derveyî welat dikim. Herwiha Cejna Newrozê li hemû gelên cîhanê û herêmê yên ku Newroz beşek ji çand û dîroka wan e, pîroz dikim. Hêvîdar im ku ev sal, ji bo her kesî bibe saleke tije şadî û bextewerî.
Newroz ji bo gelê Kurdistanê her dem mizgîniya destpêkek nû, hêviyên teze û serkeftina li ser zordestan û zehmetiyan bûye. Ev wek çandeke dewlemend a berdewamî û têkoşînê ji bo gihîştina azadî û aştiyê, di dîroka gelê Kurdistanê de kûr bi cîh bûye.
Newroza îsal hevdem e bi gelek guhertin, alozî û nerazîbûnan li herêma me û cîhanê bi giştî. Di vê rewşa hestiyar û dîrokî de, pêwîst e aliyên siyasî ji her demê zêdetir hevkar û alîkarê hev bin û piştgiriyê bidin berjewendî, aramî û ewlehiya welatê me.
Ez hêvîdar im Newroza îsal bibe destpêkek ji bo lihevkirin û biratiya zêdetir di navbera aliyên siyasî de û gelê hezkirî yê Kurdistanê vê Newrozê û hemû cejnan bi şadî û kêfxweşiyê derbas bike. Ez daxwaz dikim ku gelên herêmê dûrî şer, alozî û nerazîbûnan, bikaribin di aştî û aramiyê de bijîn.
Newroza we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.
Mesûd Barzanî
29ê Reşemiya 2725ê Kurdî
20ê Adara 2026