Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya 79 emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemî kadîr, endam, cemawer û alîgirên Partiyê dikim. Pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemî çîn û pêkhateyên Kurdistanê dikim û hêviya bextewerî û serbilindiyê ji wan re dixwazim.
Damezrandina Partiyê di şanzdeha Tebaxa 1946 an de pêwîstiyeke dîrokî bû ji bo berdewamî û domandina xebata gelê Kurdistanê li hemberî pilana dijmin û dagirkerên Kurdistanê, ku bi hemû hêz û karîna xwe hewl didan îradeya gelê Kurdistanê bişkînin û xebata wî bêdeng bikin. Partî (PDK), ji destpêka damezrandina xwe ve heta niha, amûrek bûye ji bo parastina maf, nasname û hebûna gelê Kurdistanê, û di heman demê de amûrek bûye ji bo pêkanîna armancên demokratîk, niştimanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê.
Di salvegera şanzdeha Tebaxê û damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, em tekez dikin ku Partî di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê û kûrkirina piralîbûn, biratî û hevrejiyanê bûye û di vir de rola xwe ya pêşengî di qonaxên girîng û çarenûsaz ên dîroka siyasî ya Kurdistan û Iraqê de baş lîstiye.
Her wiha peyama min ji bo cemawer, alîgir û endamên Partiyê ew e ku Partî partiya doz û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê ye, û Partî partiya rêbaza Barzanî û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê hemî Partîyî di asta mezinahiya dîroka partiya xwe û xwîna şehîdan de bin û divê erka xwe bi awayê herî baş pêk bînin, ku ew jî xizmetkirin, avadanî û aramîya Kurdistanê ye. Ji hemî Partîyan daxwaz dikim ku îrade û hêviya wan xurt be, ji ber ku eger Partî bi hêz be, Kurdistan bi hêz e.
Mesûd Barzanî
16ê Tebaxa 2025