Saturday 19 April 2025

Peyama Serok Barzanî bi helkefta cejna Rabûnê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Rabûnê (Qiyame)ya hezretî Mesîh (silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Li vê helkeftê de tekez li ser çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikin. Pêkvejiyan û lêborînî şanaziyeke mezina gelê Kurdistane û divê bê parastin û bê dewlemendtir kirin. Hêvîdarim xûşk û birayên Krîstiyan û hemû pêkhatên olî û neteweyiyên din helkeft û cejnên xwe li aştî û bexteweriyê de bikin.

Cejna we pîroz bê û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
19 ê Nîsana 2025