Thursday 19 March 2026

Peyama Serok Barzanî bi Boneya Cejna Remezana Pîroz



Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya Cejna Remezana Pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên cîhanê, Iraq û Kurdistanê dikim. Cejna Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê pîroz dikim.

Di vê boneyên pîroz de, hêviya serfirazî û bextewariyê ji bo xelkê hezkirî yê Kurdistanê dixwazim û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku rojî û niza û duayên hemû misilmanan qebûl kiribe û ev cejn aşitî û aramiyê ji bo herêma me û hemû mirovahiyê pêkbîne.

Mesûd Barzanî

30 Remezana 1447 Koçî
19ê Adara 2026 Zayînî