Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Ji bo rêveber û hemû karmendên hêja yên Tora Medyayî ya Kurdistanê,
Bi helkefta 27emîn salvegera weşana Kurdistan TV, wekî yekem kanala asmanî ya li ser axa Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li we dikim û di vê erkê we yê pîroz de ku xizmetkirina dîrok, çand û civaka Kurdistanê ye, serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim.
Kurdistan TV her ji destpêka karê xwe ve bi bawerî û rastiyê ew erkê ku li ser milên wê bû, bi cîh anîye û girêdayî bingeh û nirxên neteweyî, çandî û civakî yên gelê me bûye. Ew hêvî ji Kurdistan TV heye ku wekî her dem bi awayekî pîşeyîyane mîmbera hemû têkoşer û welatî û pêkhateyên Kurdistanê be û bi awayên guncaw girîngiyê bide dîroka têkoşîna xelkê Kurdistanê û niha û dahatûya miletê me û wekî her dem cihê baweriya xelkê be.
Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
17.01.2026