Monday 2 March 2026

Serok Barzanî û Şah Ebdullahê Padîşahê Urdinê Peywendiyeke Telefonî Encam Dan



Êvara roja Yekşemê, 1ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî û birêz Şah Ebdullahê Padîşahê Urdinê peywendiyeke telefonî encam dan.

Di wê peywendiya telefoniyê de, li ser geşedan û guhertinên dawî û alozî û nerazîbûnên vê dawiyê yên herêmê de danûstandina bîr û ramanan kirin. Herdu alî li ser pêwîstiya parastina aramiya herêmê û çareserkirina kêşe û astengiyan bi riya diyalogê de hevfikir bûn.