Monday 22 January 2024

Serok Barzanî sersaxiyê li Newzad Hadî û Barzan Qesab kir



Êvariya roja dûşema 22.01.2024 Serok Mesûd Barzanî peywendiyeke telefonî li gel her yek ji birêzan Newzad Hadî û Barzan Qesab encamda û ji bo koça dawî ya xanima (Sozan Hadî Mewlûd) ya xûşka wan, pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî wan û malbata wan û kesukarên wan kir û hêvî xwest xwedayê mezin giyanê wê bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.