Di çarçoveya serdana xwe ya Fransayê de, êvara Înê, 5ê Îlona 2025an, Serok Mesûd Barzanî li bajarê Parîsê serdana Wezareta Derve ya Fransayê kir û ji aliyê Jean-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de, ligel amajepêdana têkiliyên dîrokî û dostaniya di navbera her du gelên Kurdistan û Fransayê de, tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera her du aliyan de hat kirin. Herwiha ronahî hate xistin ser serdana çaverêkirî ya Serok Macron bo Iraq û Herêma Kurdistanê ku îsal dê pêk were.
Di heman civînê de, behsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêwîstiya pêdagirbûna bi destûrê û çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.
Di beşeke din a vê civînê de, gefên terorê û pêwîstiya hevrêziya aliyan ji bo rûbirûbûna terorê hatin gotûbêjkirin. Wezîrê Derve yê Fransayê tekezî li ser piştgiriya domdar a welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir.